TV / Internet / Telefon

Ji bo internet, telefon û televizyona bi kabloyê şîrketên cihêreng hene. Derfetên tên pêşkêşkirin hinekî girêdayî niştgehê ne. Hema giştiya nişteciyan, divê xerceke diravî ji bo radyo û televizyonê bidin.

Xerca radyo û televizyonê

Divê bi bingehî hemû malbatên (kes an kesên li malekê rûdinên) li Swîsreyê xerca radyo û televizyonê (Radio- und Fernsehgebühren) serbixwe ji cîhazê bidin. Bi vê xerca zagonî wê piştgiriya bernameyên radyo û televizyonên fermî yên Swîsreyê (SRG SSR) û radyo û televizyonên taybetî were kirin. Ji bo stendina xercê şîrketa Serafeyê berpirsyar e. Xerc wê salane were stendin. Kesên alîkariya pêvekî distînin, dikarin xwe ji dayîna vê xercê rizgar bikin.

Telefon, internet, televizyona bi kablo

Ji bo telefon, internet û televizyona bi kablo li Swîsreyê gelek şîrket hene. Hinek ji wan tenê li herêmeke diyar kar dikin. Li gor niştgeh û ciyê malê tê guhertin, bê mirov kîjan derfeta tê pêkêşkirin bi kar bîne. Fêdeya dayîna ber hev a xizmet û buhayên cihêreng heye. Girêdana interneta xeta malê bi piranî bileztir e. Qehwexaneyên internetê kêm in, ji ber ku hema li hemû malan ciyê girêdana xeta internetê heye.