Kirêkirina malekê

Ji bo kirêkirina malekê maf û berpirsyariyên cihêreng ên zagonî hene. Bi wî awayî wek mînak kesên malê bi kirê didin, nikarin hema mirov îro, sibe ji malê der bikin. Lê belê, divê kesên mal kirê kirine jî li gor rêzgiran tev bigerin.

Peymana kirêkirinê

Bi gelemperî xwediyên malê bi kesên malê kirê dikin re peymaneke nivîskî çêdikin. Lê belê derfeta çêkirina peymaneke devkî jî heye. Lê belê ev yek nayê pêşniyarkirin. Di her rewşê de ji bo peymanên kirê herî kêm maf û erkên zagonî yên di Zagona Rewşên Deyndariyê ya Swîsreyê (Obligationenrecht) de hatine destnîşankirin, derbasdar in.

Kirê

Kirê di rewşên asayî de wek kirêya giştî ya tevî lêçûnên kêlekî (Nebenkosten) (wek mînak, mesrefa germkirinê, avagerm av û hwv. bi hev re) tê hesapkirin. Tenê dikarin lêçûnên kêlekî yên di peymana kirê de hatine destnîşankirin, werin xwestin. Divê kirê bi giştî her meh ji berê ve were dayîn. Xwediyê malê dikare kirê tenê di rewşên sedema wê were diyarkirin de bilind bike. Divê ew bilindkirina kirê di demê de li ser formeke fermî ragihîne. Ger mirov bilindkirina kirê di cî de nabîne, dikare di nava 30 rojan de serî li Rayedarên Lihevanînê (Schlichtungsbehörde) yên kantonê bide.

Xwediyê xanî dikare ji bo kirê diravdaneke herî zêde bi qasî kirêya sê mehan wek depozîto (Kaution) bixwaze. Gava mirov ji malê derdikeve vê yekê bi paş de distîne. Mirov dikare wek kesa/kesê mal kirê kiriye, ji xwediyê xanî bi riya nameyeke destnîşankirî daxwaza erzankirina kirê (daxistina kirê, Mietzinssenkung) bike. Ger ev yek wek mînak, guhertineke girîng li ser bingehê hesapkirinê çêbike, tê daxwazkirin.

Barkirina li malekê

Divê bi barkirina li maleke nû re teqez tevî peymana kirê lîsteyeke tiştan (Wohnungsabnahmeprotokoll) were nivîsîn. Di vê lîsteyê de xwediyê malê û kirêdar bi hev re xisarên li malê hene, diyar dikin û dinivîsin. Ev yek ji bo xisarên kirêdarên berê pêk anîne di stuyê kirêdarên nû de nemîne, girîng e. Divê kesên xwediyên ajalên kedî, ji berê ve xwe agahdar bikin, bê li vê malê destûrê didin an nadin. Baldarî: Divê mirov piştî barkirina mala nû, di nava 2 hefteyan de xwe li şaredariya nû bide qeydkirin.

Xisara li navmalê

Divê kirêdar bi xwe xisarên biçûk ên li navmalê, bidin (wek mînak xortimeke nû ya serşokê an qutîka sabûnê). Mesrefa xisarên mezintir xwediyê xanî digire ser xwe. Ger kirêdar ji dayîna xisarê bi xwe berpirsyar bin, di her rewşê de ew bi xwe mesrefa xisarê didin. Ji bo rewşên wisa pêdiviya mirov bi sîgorteya berpirsyariya kesanî heye. Gava hin tişt şikestin an mirov bixwaze navmalê biguhere (wek mînak dîwaran boyax bike), divê mirov têkiliyê bi xwediyê xanî re çêke. Ger kêmasiyeke mezin a li navmalê hebe (wek mînak xerabûna alavên germkirinê, mekîneya cilşuştinê, dengê bilind ê dema xanîlêkirinê û hwd.) mafê mirov ê daxwaza erzankirina kirê, heta rabûna ji holê ya vê kêmasiyê heye.

Bidawîkirin

Divê kirêdar peymaneke domdar a malekê di dema wê de bi dawî bikin. Bidawîkirin bi gelemperî di dawiya mehekê (ji bilî 31.12.) de tê kirin. Bi piraniya dem û qewlên (randevuyên) bidawîkirina kirê di peymana kirê de hatine diyarkirin. Ev bi giştî sê meh in. Divê bidawîkirin di dema xwe de, herî dereng rojek berî destpêkirina qewlê bidawîkirinê bigihêje aliyê xwediyê malê. Tê pêşniyarkirin, ku nameya bidawîkirinê bi destnîşankirin (Einschreiben) were şandin. Ger xwediya xanî/xwediyê xanî peymana kirê bi dawî bike, divê ew vê yekê bi formeke fermî ragihîne. Wek kirêdar 30 rojan dema we heye, ku li ba rayedarên lihevanînê li dijî vê bidawîkirinê derkevin.