Ev cî alîkariyê dikin

Zordariya navmalê (Häusliche Gewalt) zordarî û şîdeta li nav malbatê yan li navbera hevjînan e. Xwestina alîkariyê ya di rewşa zordariya navmalê de, girîng e. Ciyên cihêreng agahdarî, şêwirmendî û alîkariyê dikin. Bi gelemperî bawerîdar û piranî belaş e û ger were xwestin wergerî jî tê kirin. Ciyên li jêr alîkariyê didin.

Di rewşa lezgîn de

Li vê derê agahiyên din ên alîkariya di rewşên lezgîn de hene:

  • Polîs: 112 / Ambulans: 144
  • Parastin, şêwirmendî û bicîkirina ji bo jinên bi zarok û yên bê zarok: Mala jinan a her du Baselan (24/7), 061 681 66 33, www.frauenhaus-basel.ch
  • Parastin, şêwirmendî û bicîkirina ji bo jinên bi zarok û yên bê zarok: Xanî ji bo jin û zarokan (24/7), 061 302 85 15, https://wohnen-frauen-kinder.heilsarmee.ch/ (DE)
  • Alîkariya bijîjkî ya ji bo jinan: Klînîka jinan a nexweşxaneya zanîngehê ya rewşa lezgîn (24/7), 061 328 75 00, www.unispital-basel.ch/frauenklinik (DE)
  • Alîkariya bijîjkî ya ji bo pitik, zarok û ciwanan: Nexweşxaneya zanîngehê û nexweşxaneya zarokan a her du Baselan a rewşa lezgîn (24/7), 061 704 12 12, www.ukbb.ch (DE)
  • Alîkariya bijîjkî: Nexweşxaneya zanîngehê ya Baselê navenda rewşa lezgîn (24/7), 061 265 25 25, www.unispital-basel.ch/notfallzentrum (DE)
  • Destwerdana (mudaxaleya) krîzan, alîkariya ji bo pirsgirêkên derûnî: Klînîkên derûnî yên zanîngehê yên Baselê ji bo rewşa lezgîn (24/7), 061 325 51 00, www.upk.ch (DE)

Şêwirmendî

Bawerîdar û belaş e. Derfeta wergerandinê jî heye.

  • Şêwirmendî, pêrebûn û alîkariya fînansî ya ji bo jin, mêr, zarok û ciwanan: Alîkariya qurbaniyan a li her du Baselan, 061 205 09 10, www.opferhilfe-beiderbasel.ch (DE)
  • Destwerdan (mudaxaleya) krîzan û şêwirmendî: Xizmeta civakî ya polîsgeha kantonê (Ciyê beşa ji bo zordariya navmalê ya Polîsgeha kantonê), 061 267 70 38
  • Şêwirmendiya ji bo pirsgirêkên alkol û kêşbûnê: Beşa birêvebiriya tenduristiyê, şaxê kêşiyê, 061 267 89 00, www.sucht.bs.ch (DE)
  • Şêwirmendiya ji bo pirsgirêkên kêşbûnê ya bi zimanên cihêreng: Ciyê şêwirmendiya kêşiyê ya pirçandî MUSUB, 061 273 83 05, www.mituns.ch
  • Şêwirmendiya bê nav (bi riya telefon, chat û e-mailê): Destê alîkariyê (24/7), Tel. 143, www.143.ch (DE)
  • Alîkarî û şêwirmendî ji bo dêûbavan, malbatan û navbeynkarên têkildar: Banga lezgîn a dêûbavan (24/7), 0848 35 45 55 (tarîfa telefona malê), www.elternnotruf.ch (DE)
  • Şêwirmendî ji bo mêrên li şîretan digerin: Buroya mêran a herêma Baselê, 061 691 02 02, www.mbrb.ch (DE) Heqdestê şêwirmendiyê li gor rewş û derfeta aborî ya kesên li şîretan digerin, tê guhertin.

Zarok û ciwan

Zarok û ciwan ên pirsgirêkên giran ên malbatên wan hene, dikarin bi şev û roj li ba saziya Pro Juventute ji bo axavtinê serlêdanê bikin. Bi riya telefon, chat, peyamên telefonê yan e-mailê.

  • Şêwirmendiya bê nav a ji bo zarok û ciwanan (bi riya telefonê, chatê, SMS û e-mailê): Pro Juventute: Şêwirmendiya bawerîdar û belaş 24saet/7 roj, Tel. 147, www.147.ch (DE)

Alîkariya bijîjkî û ewlekirina delîlan/ewlekirina şopan

Ji bo zordariya bedenî û zordariya bi riya zayendî tê pêşniyarkirin, ku bi awayekî herî bi lez serî li sehkirina bijîjkî (mûayene) bidin. Sehkirin bawerîdar e. Tenê gava kesa, kesê êşiyaye, bixwaze, agahiyê didin polîsgehê.

Nexweşxaneya Zanîngeha Baselê ji bo êş, birîndarî û delîlên (şopên) zordariya bedenî yên zordariya bi riya zayendî ciyekî pisporiya vê beşê ye. Her kî bixwaze li ciyekî din serî li sehkirina bijîjkî bide, divê ji bijîjkan belgekirina bi hûrgulî ya delîlên (şopên) zordariyê bixwaze.

Şêwirmendiya kesên zordarî pêk anîne

Şêwirmendî bawerîdar e. Derfeta wergeriyê heye.

  • Şêwirmendiya di rewşa pêkhatina zordariya navmalê de: Şêwirmendiya nakokiyên zordariya navmalê, 061 267 00 26, www.bdm.bs.ch (DE)
  • Şêwirmendiya ji bo mêrên li şîretan digerin: Buroya mêran a herêma Baselê, 061 691 02 02, www.mbrb.ch (DE) Heqdestê şêwirmendiyê girêdayî rewş û derfetên aborî yên kesên li şîretan digerin e.