Zordariya bi riya zayendî (cinsî)

Êrîşkariya zayendî (êrîşkariya cinsî) di nav hevjînan (yên berê jî) û malbatê de jî heye. Zordariya bi riya zayendî cureyekî zordariya navmalê ye. Ew dikare ji polîsgehê re were gilîkirin. Ger mirov nexwaze gilî li ba polîsgehê bike jî: Girîng e, hema piştî êrîşkariyê bi lez û bez sehkirina bijîjkî bixwaze.

Alîkariya bijîjkî

Klînîka jinan an jî navenda rewşa lezgîn a nexweşxaneya zanîngeha Baselê sehkirinên bawerîdar bi van riyên li jêr bi rê ve dibin:

  • Bijîjk ti kesî agahdar nakin.
  • Zordarî wê were belgekirin. Şop (delîl) wê salekê werin parastin.
  • Belge dikarin piştre bidin polîsgehê. Belge delîlên girîng in.
  • Bijîjk dikare têkiliyê bi saziya alîkariya qurbaniyan (Opferhilfe) re çêke.

Dema di navbera zordarî û sehkirinê de

  • Serê xwe û laşê xwe neşon – destên xwe jî neşon.
  • Ger derfet hebe neçin destavê jî.
  • Cilan (kincan) neşon, ji bo mûayeneyê bi xwe re bînin.

Gilîkirina li ba polîsgehê

Tecrubeya polîsan li ser gilînameyên ji ber zordariya bi riya zayendî heye. Lêpirsîn wê ji aliyê keseke/kesekî heman zayendê ve were birêvebirin. Gilîname dikare ji polîsgehê re jî were şandin an ragihandin. Mirov dikare keseke/kesekî bawerîdar an yek ji pisporên beşê yên ji saziya alîkariya qurbaniyan bi xwe re bibe.

Mirov di kêliyên derveyî demên vekirîbûnê de bi riya telefona banga lezgîn 117 an 112 xwe digihîne polîsgehê.

Xizmeta Civakî ya Polîsgeha Kantonê pisporê zordariya navmalê û awayê zayendî ye:

  • Xizmeta Civakî ya Polîsgeha Kantonê: 061 267 70 38 (di demên vekirîbûna buroyê de)