Ol (dîn)

Swîsre welatekî xiristiyan ê kevneşopar e. Lê belê îro li vir gelek mirovên ji oleke din jî rûdinin. Li Swîsreyê azadiya olî heye û xwendegehên dewletê ji aliyê olî ve bêalî ne.

Ol û dewlet

Swîsre wek kevneşopar di bin bandora ola xiristiyanî de ye. Kanton biryara danûstendina di navbera ol û dewletê de didin. Wek li gelek kantonên almanîaxêv, kantona Basel-Stadt jî hin cîûwarên olî wek saziyên fermî yên rayagiştî dinase. Ev tê wateya, ku dewlet hinek mafên diyar dide wan. Wek mînakeke şênber, ew dikarin ji endamên xwe bacê bistînin. Ev civatên olî yên rayagiştî li kantona Basel-Stadt bi awayekî fermî hatine nasîn: Dêra Reformî ya Evanjelî, Dêra Romî ya Katolîk, Dêra Xiristiyan a Katolîk û her wiha Şaredariya Israîlî (die Israelitische Gemeinde). Hin ciyên din ên civatî ji aliyê kantonê ve hatine nasîn. Ev sazî xwe li gor hiqûqa taybetî birêxistin dikin.

Civatên olî yên li Kantona Basel-Stadt

Derdora yek ji sê hemwelatiyên Baselî endama/endamê yek ji çar civatên rayagiştî yên bi awayekî fermî û zagonî hatine nasîn in. Li kêleka van gelek civatên din ên olî hene, wek mînak ên îslamî, yên hîndûyî, yên bûdîstî û tevgerên nû. Kêm zêde nîvê nişteciyan ne girêdayî civateke olî ne.

Azadiya olî

Zagona bingehîn a Swîsreyê azadiya olî hildigire bin ewlehiyê. Ev tê wê wateyê: Her kesek bi xwe dikare biryarê bide, bê baweriya xwe bi kîjan olê bîne. Her kesek dikare baweriya xwe bîne ser zimên û belav bike. Kesek nikare zorê li keseke/kesekî din bike, da tev li civateke olî bibe yan jî tev li danûstendinên olî bibe. Kes dikarin ji bo ayîn û pîrozbahiyên olî bicivin. Mirov nikarin ji ber ola xwe yan baweriya xwe li rastî cudakariyê werin.

Ol û xwendegeh

Xwendegeha mecbûrî ji warê olî ve bêalî ye. Tevî vê, di dersan de mijarên olî hene. Di asta jêrîn de beşa „Xweza, Mirov, Civak“ heye. Li vê derê awayên jiyanê û çandên cihêreng hene. Bi vê yekê re, hîndekariya olî ya mezhebî ya zarok bi awayekî dildarî dikarin tev lê bibin, heye. Di asta navîn de beşa “Exlaq, Ol, Civak” heye. Tevlêbûna vê beşê mecbûrî ye. Li vê derê, şagirt jêhatiniyên girîng ên ji bo jiyana bi çand, ol, nêrîna li cîhanê û nirxên hewcedariya wan pê heye, hîn dibin. Civatên olî, carinan ji bo zarokên ji baweriyên din derfetên hîndekariyê di demên derveyî xwendegehê de pêşkêş dikin.