Zanîngeh / xwendegehên bilind ên beşan

Swîsre 2 cureyên xwendegehên bilind nas dike. Zanîngeh û xwendegehên bilind ên beşên teknîkî. Ji bo pejirandina dîplomeyên matûrayî yên ji derveyî welêt, divê mirov rasterast serî li xwendegeha bilind bide.

Sazûmana xwendegeha bilind

Mirov xwendegehên bilind ên Swîsreyî wek zanîngeh û wek xwendegehên bilind ên beşan (Fachhochschulen) ji hev cuda dike. Li xwendegehên bilind ên beşan zêdetir perwerde bi awayê pratîkî, li zanîngehan jî zêdetir bi awayê teorî ye. Her du cureyên xwendegehan wek hev in û li gor sazûmana Bologna ya ewropî hatine sazkirin. Hûnê van xwendegehan bi lîsansekê yan bi lîsanseke bilind (master), ku li gor pîvanên ewropî fermî tê nasîn, bi dawî bînin.

Destûrdan

Li gor her xwendegeha bilind şertûmercên cuda yên destûrdanê hene. Bi bawernameya matûra ya Swîsreyê têketina xwendegeha bilind tê garantîkirin. Bidawîanînên matûrayên derveyî welêt di her rewşê de nayên pejirandin. Ji bo destûrdana destpêkirina xwendinekê, divê mirov serî rasterast li xwendegeheke bilind (zanîngeh/xwendegeha bilind a beşan) a mirov dixwaze lê bixwîne, bide. Bi gelemperî hewceyî bi asteke herî baş a zanîna almanî heye. Hin kursên bi tevayî bi ingilîzî tên dayîn, derveyî vê yekê ne. Şêwirmendiya pîşe, xwendin û kariyerê (Berufs-, Studien- und Laufbahnberatung) bê pere agahiyên li ser derfetên cihêreng ên asta sêyem dide.

Xwendina pîşeyî ya bilindtir

Li kêleka xwendegehên bilind li Swîsreyê xwendina pîşeyî ya bilindir jî riyeke tê hezkirin a xwendina bipêşdetir e. Ew derfetê dide kesên beşên pîşeyî, ku taybetîkirinek û kûrkirinekê li ser beşa pîşeyê xwe bikin û bi vê yekê karibin erka birêvebiriyê bigirin ser xwe. Xwendina pîşeyî ya bilind girêdayî xwendina bingehîn a pîşeyî ye (hînbûna pîşeyî, Berufslehre). Ji bo vê yekê pêdivî bi matûrayê tine ye. Şêwirmendiya pîşe, xwendin û kariyerê (Berufs-, Studien- und Laufbahnberatung) bê pere agahiyan li ser derfetên cihêreng dide.