Cîrantî

Danûstendina di navbera cîranan de li her xanî û taxê ne bi heman rengî ye. Di her rewşê de tê pêşniyarkirin, ku bila danûstendina we bi cîranên we re hebe û bi taybetî gava nakokiyek derkeve bi wan re biaxivin.

Danûstendin

Li hin xanî yan taxan cîran bi hev re (bi riya şahiyan û hwv.) danûstendinê didomînin. Li deverên din ev yek kêmtir e. Gava kesek nû bar dike ciyekî, di her rewşê de dikare xwe bide nasîn, ku ev yek li kantona Basel-Stadt bi gelemperî tê kirin. Ger cîran nexwazin danûstendinê bikin, ev yek ne sûcê kirêdarên nû ye. Divê mirov wê demê bi awayekî aştiyane cîrantiya xwe bidomîne. Derfetên din ên danûstendina bi gelên herêmê re hene, wek mînak bi riya komeleyan.

Rêzgirên avahiyê

Hema hema li her xaniyê gelek kirêdar an xwediyên malê lê rûdinin, rêzgirnameyeke avahiyê (Hausordnung) heye. Ev yek bi piranî bi peymana kirê re tê dayîn. Tê de bi piranî rêzgirên ji bo jiyîna bi hev re û ji bo bikaranîna odeyên hevbeş, wek mînak odeya cilşuştinê hatine diyarkirin. Li Swîsreyê bicîanîna vê rêzgirnameya avahiyê pir hêja tê dîtin. Ev yek berî her tiştî ji bo demên vehisînê yên bi zagonî hatine destnîşankirin, derbasdar e.

Nakokî / pevçûn

Ger kesên din ên li avahiyê li gor rêzgirnameya xanî tev nagerin û mirov ji vê yekê aciz dibe, destpêkê axavtina bi kesên aciziyê didin re tê pêşniyarkirin. Ger ev yek fêdeyê nade, mirov dikare serî li xwediyê xanî yan birêvebiriya xanî bide. Mirov dikare di rewşên giran de agahiyê bide polîsan jî (telefon 117). Gava mirov bibe şahidê zordariya li maleke din, û xema aramiya cîranan bixwe, divê di her rewşê de bang li polîsan bike.