Rewşa mirinê

Gava kesek ji malbata we jiyana xwe ji dest bide, divê hûn vê yekê ragihînin rayedaran. Ger hûn bixwazin wê rayedar telefonî xizmetguzariya cenazeyê bikin. Xizmetguzariya cenazeyê wê cenazeyê bibe goristanê yan jî bişîne derveyî welêt.

Nîşandana mirinê

Gava kesek ji malbata we jiyana xwe jidest bide, divê bijîjkek belgeya mirinê dagire. Piştre, divê hûn mirinê ragihînin Saziya Rewşa Sîvîl a Kantona Basel-Stadtê.

Kesek li nexweşxaneyê, kalûpîrxaneyê yan li lênêrîngehê mir:

  • Divê birêvebiriya nexweşxaneyê, ya niştgehê mirinê ragihîne Saziya Rewşa Sîvîl.

Kesek li ciyekî din mir:

  • Divê hûn wek keseke, kesekî ji malbatê mirinê ragihînin Saziya Rewşa Sîvîl a Kantona Basel-Stadtê.

Her kesa, her kesê li kantona Basel-Stadtê dijî, bi awayekî belaş tê binaxkirin (Erdbestattung) an xweliya wê, wî dixin sindoqekê (Urnenbestattung).

Vegerandina welatekî derveyî Swîsreyê

Dibe ku kesek ji malbata we li kantona Basel-Stadtê mir. Lê hûn dixwazin ev kes li derveyî Swîsre were binaxkirin. Ji bo vê, divê fîrmayeke fermî ya binaxkirinê girteyekê pêşkêş bike. Navê girteyê «Girteya Tabût û Mohrkirinê» ye. Divê hûn awayê orîjînal ê girteyê nîşanî buroya binaxkirinê ya kantona Basel-Stadtê bidin. Piştre buroya binaxkirinê pasporteke cenazeyê derdixe. Tenê bi vê belgeyê şîrketa binaxkirinê dikare cenaze bibe goristana welatê li derveyî Swîsreyê. Divê hûn wek kesek ji malbatê lêçûnên wê bidin.