Bac

Dayîna bacê li Swîsreyê bi ciyê mirov lê rûdine ve girêdayî ye. Ji bo kesan bacên herî girîng baca hatineyê, baca maldariyê û baca nirxzêdeyî (li gor nirxê wê zêde dibe) ye.

Sazûmana bacê

Li Swîsreyê konfederasyon, kanton, şaredarî û civakên olî yên fermî bacê (Steuern) distînin. Bacên rasterast û yên nerasterast hene. Bacên rasterast ên herî girîng baca hatineyê û baca maldariyê ye û divê rasterast ji aliyê kesên pêwîstî bacdayînê ne werin dayîn. Di nav bacên nerasterast de baca nirxzêdeyî, baca tûtinê û baca sotemeniyê heye. Ev bac di nav buhayê tiştan de ye. Ji ber ku ji gelek bacan kanton û şaredarî berpirsyar in, di navbera niştgehan de cudatiyên mezin ên di rêjeya baca rasterast de heye. Baca hevjînan bi hev re tê stendin.

Baca ji çavkaniyê tê stendin

Baca hatineyê ya biyaniyên nû barkirine rasterast ji mehaneya wan tê qutkirin (Baca ji çavkaniyê/ Quellensteuer). Qeydkirina kesên di karekî de bi cî bûne ji aliyê karsaz ve tê kirin.

  • Bilindbûna bacê girêdayî hatineyê, rewşa malbatî (azeb, zewicî, hevberdayî) û jimara zarokan e. Divê guhertina rewşê bi lez were ragihandin.
  • Ji baca ji çavkaniyê daxistinên cihêreng ên pêvekî mumkun e, wek mînak alîkariyên her 3 stûnan, faîza deynan, mesrefên bilind ên nexweşiyan û hwd.
  • Divê kesên maldar agahî û baca maldariyê li halê xwe bidin.
  • Ji bo hatineyeke di salê de di ser 120 hezar frankî re, divê ravekirina bacê were dayîn (bacstendina asayî)
  • Kî bi hevjîneke, hevjînekî xwediyê pasaporta Swîsrî yan mafê destûra mayîna bêdawî C re zewicî be, divê herwiha formeke ravekirina bacê dagire (bacstendina asayî).

Birêvebiriya Bacê ya Kantonê (Kantonale Steuerverwaltung) agahiyên din ên li ser baca ji çavkaniyê par ve dike. Birêvebiriya Bacê ya Kantonê di pirsên li ser bacdayîna maldariyê de alîkariyê dike.

Bacstendina asayî

Baca kesên xwediyê pasaporta Swîsreyî yan mafê destûra mayîna bêdawî ya C bidestxistine bi awayê asayî (ordentliche Besteuerung) pêk tê. Bac wê ji mûçe/mehaneya we neyê qutkirin. Divê hûn formeke ravekirina bacê dagirin û baca xwe bi riya fatûreyê bidin. Forma ravekirina bacê dikare bi riya online jî were dagirtin. Dayîneke pêşîn (Vorauszahlung) tê pêşniyarkirin. Çiqasbûna baca tê hêvîkirin dikare li ser hesabkera bacê (Steuerrechner) were hesabkirin.

Dagirtina forma ravekirina bacê ji bo Swîsriyan jî tevlihev e. Gava mirov cara yekê forma ravekirina bacê dadigire, ya baş stendina alîkariyê ye.