Nakokî (pevçûn)

Di nav malbatê de yan bi hevjîna we, bi hevjînê we re nakokiya we heye, yan hûn pev diçin? Wê demê gelek ciyên şêwirmendiyê alîkariya we dikin. Zordariya li nav malbatê û di navbera hevjînan de qedexe ye. Li ser malpera «Silav Basel-Stadt» sergotarek ji bo _zordariya navmalê_ heye. Li wê derê hûnê agahiyên zêdetir ên li ser vê mijarê bibînin.

Nakokiya di navbera hevjînan de

Gava pirsgirêkên we yên bi hevjîna we re, bi hevjînê we re hebin, hûn dikarin ji kesên pisporên beşê alîkariyê bistînin (şêwirmendiya hevjînan, Eheberatung). Ciyên taybet ên şêwirmendiyê yên bi we re li çareseriyekê bigerin, hene. Bi piranî axavtina destpêkê belaş e yan jî, divê hûn kêmek heqdestê wê bidin.

Nakokiya li navmalbatê

Gava zarokên we hebin, dikare carinan rewşên zehmet rû bidin. Ev wek dêûbav ji bo we û ji bo zarokên we giraniyê çêdike. Ya baş gava hûn nema dizanin çi li pêşiya we ye, ji bo xwe alîkariyê bixwazin .

Alîkariya ji bo dayik û bavan

  • Li ciyê şêwirmendiya malbatan (Familienberatungsstelle) ji bo we şêwirmendiya şexsî dikin.
  • Ger pirsên we yên li ser perwerdeyê hebin yan hûn xema zarokên xwe dixwin, hûn dikarin serî li banga lezgîn a dêûbavan bidin. Li vê derê ji aliyê kesên pisporên beşê ve wê şêwirmendiya we were kirin. Jimara telefonê: 0848 35 45 55 e. (Lêçûna wê li gorî tarîfeya telefona malê ye) Wekî din hûn dikarin bi riya e-mailê jî serî lê bidin.

Ji bo zarok û ciwanan:

  • Zarok û ciwan dikarin telefonî banga lezgîn a zarokan bikin, e-mailekê yan peyamekê (SMS) binivîsin an jî chat bikin. Jimara telefonê: 147 e (û telefonkirin belaş e).

Zordariya navmalê

Zordariya navmalê sûcekî hiqûqî ye û nayê qebûlkirin. Gava kesek zordariyê bike, ew xwe sûcdar dike. Her awayê zordariyê qedexe ye. Kesek nikare zordariyê li hember keseke din, kesekî din ê malbatê bi kar bîne: ne li hember hevjîna xwe, hevjînê xwe û ne jî li hember zarokan. Gava rayedar bi zordariya navmalê bihisin, divê ew dest biavêjinê.

Li nav malbatê zordarî li we tê kirin? Derfeta hûn alîkariyê bistînin heye. Ev derfet belaş û bawerîdar e.

  • Frauenhaus / Väterhaus: Gava jin an mêr li rastî zordariyê werin, ew dikarin ji bo demeke diyar biçin mala jinan an mala bavan. Hûn dikarin bi zarokên xwe re li wir daxwaza parastinê bikin. Jin dikarin şev û roj telefonî mala jinan bikin. Telefon: 06 681 66 33.
  • Banga lezgîn a zarokan: Zarok û ciwan dikarin telefonî banga lezgîn a zarokan bikin. Telefonkirin belaş e. Jimara telefonê: 147 e.
  • Hûn hest pê dikin ji aliyê keseke, kesekî ji malbata we ve gef li we tê xwarin? Wê demê telefonî polîsan bikin. Jimara telefonê: 117 ye. Polîs dikare kesa, kesê sûcdar ji bo demeke dirêj ji malê yan ji avahiyê dûr bihêle. Wê demê kesa, kesê sûcdar nema dikare were malê yan avahiyê.

Li ser malpera «Silav Basel-Stadt» sergotarek bi navê «zordariya navmalê" heye. Hûn dikarin li wir agahiyên zêdetir bibînin.