Nexweşî û qeze

Kî li Swîsreyê rûdine, divê sîgorteyeke xwe ya qeze û nexweşiyê hebe. Sîgorteyên taybetî di rewşên qeze, nexweşî yan ducanîbûnê de lêçûnan digirin ser xwe. Divê piştî hatina Swîsreyê di nav sê mehên destpêkê de her du sîgorte werin çêkirin.

Sîgorteya nexweşiyê / Sîgorteya bingehîn

Divê hemû nişteciyên li Swîsreyê bi xwe sîgorteyeke nexweşiyê (Sîgorteya bingehîn, Grundversicherung) bidin çêkirin. Kî were Swîsreyê ji bo vê sê meh dema xwe heye. Ger mirov di van sê mehan de nexweş bikeve, mesref wê bi awayê paş de werin hesapkirin. Sîgorteya bingehîn ji aliyê jimareke zêde yên şîrketên sîgorteya nexweşiyê (Krankenkassen) yên taybet ve tên pêşkêşkirin. Hilbijartina şîrketa sîgortaya nexweşiyê azad e. Divê ev şîrketên sîgorteya nexweşiyê hemû kesên li Swîsreyê dimînin qeyd bikin.

Kesên tên sîgortekirin tibabeke (prîmeke) mehane didin. Ev tibab (prîm) li gor şîrketa sîgorteya nexweşiyê û modela sîgorteyê bilind dibe, ji bo wê, divê mirov derfetên ew pêşkêş dikin bide ber hev. Mirov dikare şîrketa sîgorteya nexweşiyê herwiha heta dawiya mijdarê ji bo sala bê biguherîne. Sîgorteya bingehîn ne tenê mesrefên gava mirov nexweş bikeve dide, ew ji bo ducanîbûn û zarokanînê jî mesrefan dide. Xizmetên wan bi zagonê hatine diyarkirin.

Baldarî: Divê lêçûnên çêkirina diranan an çêkirina berçavkan bi gelemperî bi xwe bidin an jî di ser sîgorteyeke alîkar a dildarî re werin hesapkirin.

Sîgorteya qezeyê

Kesên di karekî de bi cî bûne, ger di hefteyekê de zêdeyî 8 saetan dixebitin, bi awayekî jiberxwe (otomatîk) ji aliyê karsaz ve li hember qezeyên di dema kar de û di dema vala de tên sîgortekirin. Kesên ji vê kêmtir dixebitin, di demên vala de ne sîgortekirî ne û divê ew bi xwe li ser sîgorteya xwe ya qezeyê rawestin. Ev yek ji bo hemû kesên serbixwe kar dikin û kesên kar nakin jî derbasdar e. Kesên kar nakin, divê xwe li ba şîrketa sîgorteya xwe ya nexweşiyê li hember qezeyan sîgorte bikin. Kesên serbixwe kar dikin jî dikarin li ba şîrketên din ên sîgortayê ewlekariya qezeyê çêkin. Divê kesên sîgortekirî tibabekî (prîmeke) mehane bidin. Ji bo kesên di karekî de bi cî bûne, ev yek rasterast ji mehaneya wan tê qutkirin.

Kêmkirina tibabê/kêmkirina prîmê

Kesên nikarin tibaba sîgorteya nexweşiyê bidin, di hin mercan de dikarin daxwaza kêmkirina tibaba (prîma) (Prämienverbilligung) sîgortaya bingehîn bikin. Ji bo bidestxistina kêmkirinê, divê mirov formeke serlêdanê bişîne û agahiyên maldarî û hatineya xwe nîşan bide. Ger serlêdan were pejirandin, mirov ji meha bê û wir de kêmtir prîmê dide. Saziya alîkariya civakî li ser kêmkirina prîmê agahiyan dide û qeydkirinê dipejirîne.

Sîgorteyên pêvekî yên sîgorteya bingehîn

Mirov dikare bi awayekî dildarî sîgorteyên pêvekî yên cihêreng (Zusatzversicherungen) ji bo sîgorteya mecbûrî ya bingehîn, bide çêkirin. Ev sîgorteyên pêvekî ji bo mesrefên ji aliyê sîgorteya bingehîn ve nayên dayîn, wek mînak ji bo çêkirina diranan tên çêkirin. Sîgorteyên pêvekî hema hema ji aliyê hemû şîrketên sîgorteya nexweşiyê ve tên pêşkêşkirin. Şîrketên sîgorteya nexweşiyê dikarin bi xwe biryarê bidin, bê ew dixwazin hin kesan sîgorte bikin an nekin û ew dikarin şertûmercan bidin pêş.