Gava yekem

Hûn nû hatine Kanton Basel-Stadt? Wê demê, divê hûn di nav 14 rojan de li ba Saziya Qeydkirina Nişteciyan qeyda xwe çêkin. Kesên nû bar kirine û hatine, gava serlêdana qeydê li ba Saziya Qeydkirina Nişteciyan dikin, ev sazî bi wan re axavtineke şexsî ya bixêrhatinê dike.

Qeydkirina fermî

Hemû kesên nû bar kirine, hatine Kanton Basel-Stadt, divê xwe di nav 14 rojan de li ba Saziya Qeydkirina Nişteciyan a ciyê lê rûdinin (Basel, Riehen an Bettingen) bidin qeydkirin.

Hûn ji Swîsreyê yan ji welatekî Yekîtiya Ewropayê (YE) yan ji welatekî EFTAyê hatine:

Hûn dikarin xwe yan bi nivîskî, bi riya E-barkirin CH (E-Umzug CH) an jî bi şexsê xwe li ba Saziya Qeydkirina Nişteciyan a li Basel-Stadt, li Riehen an li Bettingen bidin qeydkirin.

Hûn ne ji welatekî-YE an welatekî-EFTAyê hatine:

Ji kerema xwe werin ba Saziya Qeydkirina Nişteciyan (Einwohneramt) a li Navenda-serdanêran a Spiegelhofê (Kundenzentrum Spiegelhof). Divê em li wê derê agahiyên we yên biyometrîk bistînin. Divê hûn heqdestê qeydkirinê bidin.

Navnîşan ev e:

Kundenzentrum Spiegelhof
Spiegelgasse 6
4001 Basel
Tel. 061 267 70 60

Ji bo qeydkirinê ji we re çi lazim e?

Ji kerema xwe, ji pêş de xwe baş agahdar bikin, bê divê hûn kîjan belgeyan bi xwe re bibin.

Divê belge bi almanî, fransî, îtalî yan jî ingilîzî bin.

Di her rewşê de pêdiviya we bi van belgeyan heye:

  • Forma qeydkirinê (Anmeldeformular). Divê hûn forma qeydkirinê ji berê ve dagirin.
  • Kopiyeke rengîn a pasaport an nasnameya we (ji bo YE/EFTA) ya derbasdar.
  • Kopiyeke peymana kirê, yan nasnameya malê.

Dibe ku pêdiviya we bi van belgeyan jî hebe:

  • Vîze
  • Peymana kar
  • Ravekirina qeyda (hebûn an nebûna) sûc
  • Deftera (şahidiya) zewacê
  • Hîn zêdetir

Ger hûn di nav kantonê de bar dikin an jî ji kantona Basel-Stadt bar dikin, divê hûn di her şertî de vê yekê ji saziya qeydkirina nişteciyan re bibêjin.

Hûn ne ji welatekî-YE yan ji welatekî-EFTAyê ne, lê belê hûn ji xwe li Swîsreyê dijîn:

Di rewşa guhertina kantonekê de berî hûn bar bikin, werin kantona Basel-Stadt, erêkirina Saziya Koçberiyê bistînin. Qeydkirin tenê piştî wê dikare pêk were.