Hesab / karûbarên peredanê

Ji bo bidestxistina pereyan û dayîna fatûreyan pêdivî bi hesabekî bankeyekê yan hesabekî posteyê heye. Ji bo kirînûfirotinê gelek kartên debît an kartên kredît hene.

Hesab

Li Swîsreyê hema hemû niştecî xwediyê hesabekî ne. Mûçe yan mehaneya kesên kar dikin bi gelemperî di dawî de dişînin ser hesabê wan. Gelek banke û postexane ji bo kesan hesaban pêşkêş dikin. Vekirina hesabekî bi gelemperî belaş e. Lê piştre buhayên cihêreng li ser tên zêdekirin. Buha, faîz û xizmetên pêşkêş dikin li gor her şîrketê cihêreng in û ji ber vê fêdeya dayîna ber hev heye. Ji bo vekirina hesabekî di her rewşê de pêdiviya mirov bi pasaport an nasnameyekê heye.

Kartên debît / kartên kredît

Kesa/kesê hesabekî bi kar bîne, bi gelmperî ji bo karibe pere bikişîne karteke hesabê xwe distîne. Ev yek tenê li ba banka xwe derbasdar e. Banke yan postexane kartên debît jî pêşkêş dikin (wek mînak, Maestro), mirov dikare bi vê kartê li hemû otomatên bankeyan pere bikişîne û li piraniya dikanan kirînê bike. Ev kart dikarin li derveyî welêt jî werin bikaranîn. Li gor cureyê kartê buhayên cihêreng hene. Mirov dikare kartên kredîtê li ba şîrketên cihêreng bide çêkirin. Xizmetên didin û buhayên wan pir cuda ne, ji bo wê fêdeya dayîna ber hev heye. Danûstendina bi kartên debît an kartên kredîtê niha berfireh dibe.

Dayîna fatûreyan

Fatûre (Rechnungen) bi gelemperî tevî kaxeza dayînê bi riya postê yan e-mailê tên şandin. Sê riyên dayîna fatûreyê hene:

  • E-Banking: Dayîna bi riya internetê pir berfireh û ewle ye.
  • Li şaltêrê: Mirov dikare bi kaxeza peredayînê û pereyên bi dest, li postexaneyê fatûreya xwe bide. Kesên hesabê wan ê postê hene, dikarin bihêlin tibaba fatûreyê rasterast ji hesabê wan were kişandin. Muşteriyên bankeyan jî dikarin ji bo dayînên xwe li şaltêrên bankeyan karê dayînê bixwazin.
  • Bi riya posteyê: Mirov dikare karê dayîna fatûreyan bi nameyekê ji banke yan ji posteyê bixwaze. Agahiyên pêwîst banke an poste didin mirov.

Derfetên dayîna fatûreyên domdar:

  • Dayîna ji ber xwe/dayîna otomatîkî Lastschriftenverfahren (LSV) riyeke hêsan a dayîna fatûreyan a rasterast qutkirina ji hesabê mirov e. Agahiyên li ser vê yekê şîrketên fatûreyan dişînin an banke/poste didin.
  • Gava tibaba fatûreya we her meh wek hev be (wek mînak kirêya malê), mirov dikare li ba bankê yan postê erkdarkirineke domdar (Dauerauftrag) a dayîna fatûreyên wiha bide çêkirin.

Li ser fatûreyê her dem demeke dayîna wê tê nivîsîn. Ger di wê dema diyarkirî de neyê dayîn, piştre dikare daxwaza dayîna deyn (Betreibung) were kirin